26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî: Kurdistan li ser asta navçe û cîhanê de xwedan pêgeh û hevsengiyeke taybet bi xwe ye

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info/ Bi helkefta 23êyemîn salvegera raperîna mezin ya gelê Kurdistanê, birêz Mesrûr Barzanî Şewirmendê Civata Ewlekariya Netewî ya Kurdistanê peyameke pîrozbayî pêşkêşî gelê Kurd kir ku ev jî tekesta wê ye;

 Bi navê xwedayê mezin û mihriban.

Bi helkefta 23êyemîn saliya raperîna mezin ya gelê Kurdistanê pîrozbayiyên gerim pêşkêşî tevahiya malbetên serbilind yên Şehîdên gelê Kurd û pêşmergeyên qehreman û tevahiya gelê Kurd û deriya raperînê ( Raniye ya xweştewîst) dikim.

Gelê Kurdistanê karî tevî pêşmergeyên qehreman di nava 15 rojan de Kurdistan ji destê dezgehên daplosêner û dagîrker rizgar bike, ev raperîna han di nava dîroka xebata gelê me de bû weke xaleke girîng ya werçerxanê, ev yek hevdem waneyeke watedar bû bo ku hewldan û pêngavên me yên yekgirtî û baweriya me ya bi xwe û berxwedana me ya hevbar berhemdartir û watedartir dibe.

Di demekê de ku îro Kurdistan li ser asta navçe û cîhanê de xwedan pêgeh û hevsengiyeke taybet bi xwe ye, li deverê de guhertinên bilez çê dibin, dahatû û paşeroja welat û gelê Kurd daxwaz ji part û aliyên siyasî yên Kurdî dike daku bi rihê 23 sal beriya niha tevahiya hêz û karînên xwe bikin yek daku bikaribin vê qonaxa han derbas bikin û destkeftên zêdetir bidest bixin û hem jî rêz ji xwîna Şehîdên xwe bigirin daku dahatûyeke geş û serfirazî bo gelê xwe dabîn bikin. 

Dîsa pîroz be 23 saliya raperîna mezin ya gelê Kurd Ber bi jiyaneke birûmet û aram û bextewerî û xweşgozeraniyê bo Kurdistanê.

 

Mesrûr Barzanî

4ê Adara 2014an

 

Nûçeyên têkildar