26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Polîtburoya PDKê 23êyemîn salvegera raperîna gelê Kurdistanê pîroz kir

Çavkanî: KDP.info

Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê bi minasebeta 23 saliya raperîna gelê Kurdistanê peyameke pîrozbayî pêşkêş kir.

Doh sêşema 4/3/2014 Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê bi helkefta 23êyemîn salvegera raperîna mezin ya gelê Kurdistanê, yaku li Raniyeyê destpê kiribû peyameke pîrozbayî pêşkêşî gelê Kurdistanê, malbetên Şehîdan û pêşmergeyên qehreman yên Kurdistanê kir.

Polîtburoya Partiya demorkata Kurdistanê di vê peyama xwe de hevdem ligel şîrovekirina rol û bandora raperînê û rizgar kirina Kurdistanê ji destê dagîrkeran, behsa fedakarî û qehremaniya gelê Kurdistanê û yekîtî û yekdengiya gelê Kurd kiriye.

Polîtburoya PDKê di beşeke din ya vê peyama han de eşkere kiriye ku dibe tevahiya part û aliyên siyasî û pêkhateyên Kurdistanê bi rihê serdama raperînê di vê qonaxa nû de tev bigerin jiber ku rewşa niha ya Kurdistanê û deverê gelek hesase û pêdeviya xwe bi yek dengî û yek helwestiya pêkhateyên Kurdistanê heye.

Di beşeke din ya vê peyama han de hatiye nivîsandin ku yekdengî û yekhelwestiya pêkhateyên Kurdistanê û gelê Kurd di dema raperînê de ev yek îsbat kir ku eger em yek deng û yek helwest bin emê gelek bi asanî karibin mafên xwe biparizên û destekeftên bêtir jî bidest bixin.

Herwiha Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Di beşeke din ya vê peyama han de ragihandiye ku berpirsiyariya têkçûna rewşa Iraqê dikeve stûyê Serokwezîrê Iraqê, Nûrî Malikî, de, " Mebest Malikî ji birîna pişka Herêma Kurdistanê ji budceyê, sizadana bi komel a xelkê Kurdistanê ye."

Herwiha polîtbûroya PDKê di daxuyaniya xwe de dibêje: "Em ligel wê yekê ne ku bi rêya diyalogê û di çarçoveya destûra Iraqê de, arîşeyên Iraqê bi giştî û ew arşîeyên di navbera Herêma Kurdsiatnê û Bexdayê de bi taybetî bên çareserkirin."

Derbarê gefên birîna budceya Herêma Kurdistanê jî, di daxuyaniya polîtburoya PDKê de wiha hatiye: "Gef û birîna budceya Herêma Kurdistanê ji aliyê Serokwezîrên Iraqê, şerekî siyasî ye û mebest jê sizadana bi komel ya xelkê Kurdistanê ye, lewma em vê yekê red dikin û têkçûna rewşê dikeve stûyê wan de."

 

Nûçeyên têkildar