26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Malikî Iraqê ber bi parçekirinê dibe û dê Kurd serbikevin

Çavkanî: KDP.info

Rojnameya Evro/ Rojnameyên cîhanî bi giringî behsê aloziyên di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de dikin û didine xuya kirin ku serok wezîrên Iraqê dixwaze Kurdan vegerîne salên 80yan û aliyê Kurdî jî rijdiyê li ser mafên xwe dikin û Malikî bi dijayetiya Kurdan dixwaze di helbijartinên bihêt yê perlementoyê de dengê neteweperestan kom bike, lê siyaseta Malikî nagehe çu encamekê û dê kurd serbikevin.


Rojnameyên cîhanî di nûçe û raportên xwe de cihekî giring didine alozyên di navbera Nurî Malikî serok wezîrên Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê de. Di vê derbarê da rojnameya "Di Îkonomîst" di raporta xwe ya li ser rewşa Iraqê û Herêma Kurdistanê de diyar dike ku Malikî di pirsa peymanên petrolê û budceya Herêma Kurdistanê de li dijî distûrê welatê xwe bizavê dike û armanca wî helbijartinên 30ê nîsana vê salê û nêzîkî sê heyvane heyivaneyên karmedên Herêma Kurdistanê neşandiye û wê yekê wek karteka fişarê li dijî kurdan bikar tîne, lê xweyaye kurd dê siyaseta Malikî vala derxînin û serbikevin.


Rojnameya "Sebah" ya Tirkiyê jî di raporteka xwe ya li ser aloziyên herdu aliyan cih daye axivtinên wezîrê uze û çavkaniyên siruştî yê hikûmeta Tirkiyê û wezîrê uze dibêjî li dûv vekolînên wan hemû peymanên petrolê yên Herêma Kurdistanê distûrî ne û mafê herêma kurdane ji axa xwe petrolê derxînin û bifiroşin welatên derve û em li ser peymanên xwe rijdin.


Li aliyê dî televizyona "kenal 24" ya Spaniyayê jî di nûçeyeka xwe da cih da pirsgirêkên di navbera kurdan û serok wezîrên Iraqê de û diyar kir ku hikûmeta Iraqê budceya herêma Kurdistanê û heyivaneyên karmendên Kurd wek karteka fişarê li dijî kurdan bikar tîne û cih da zanayên siyasî di warê Iraqê û rojihelata navîn de û wan şarezayên siyasî ragehandin ku Malikî gav bi gav Iraqê ber bi parçebûnê ve dibe û ew yek jî eşikere kirin ku di destên kurdan de ji kartên Malikî gelek mezintir kartên fişarê hene û heta niha bikar neanîne û kartê herî serekî petrola Kerkûkê û ava herêma Kurdistanê ye.


Her wiha malpera nûçeyan li ser tora intirinêtê ya bi navê"Yênî xeber" jî rewşa Iraqê û herêma Kurdistanê şîrove dike û dibêje heke hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser siyaseta xwe ya niha ya aştîxwaz berdewam bike dê serkeve û di rewşa niha ya Iraqê de êdî gelê ereb jî bi mezhebên xwe yên sunne û şîye ji kiriyarên serok wezîrên Iraqê nerazîne û dixwazin Malikî rêzê li mafên kurdan bigire.

Nûçeyên têkildar