Nucêfî: Nabe Kurd were piştguhxistin

Ajans-KDP.info/ Serokê Parlamentoya Iraqê Osame Nucêfî, ragehand ku kurd beşekî sereke ye ji gelê Iraqê û nabe were piştguhxistin.
Serokê Parlamentoya Iraqê Osame Nucêfî, di civîneke rojnamevanî de li Bexdadê ragihand, divê aliyên siyasî li ser bûdceya welêt li hev bikin û nabe bûdce bi hêza dengê piranî were pesendkirin.
Nucêfî, anî ziman ku kurd beşek serekî ji gelê Iraqê ye û divê hurmerta kurd were girtin û piştguhxistina kurd xetayek kujek e û nabe were encamdan.
Serokê parlamentoyê Osame Nucêfî destnîşan kir ku birrîna mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê rewş alozitr kiriye




