Nêçîrvan Barzanî şaxek ji Banka Standard Chartered a Brîtanî li Hewlêrê vekir

Hewlêr-KDP.info/ Bi amadebûna Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Banka Standard Chartered a Brîtanî şaxeke xwe li paytexta Herêma Kurdistanê vekir.
Doh (03.03.2014) li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê, bi beşdariya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Konsulê Brîtanya li Hewlêrê, hejmarek wezîrên hikûmetê, rêveberên banka Standard Chartered a Brîtanî, şaxa Hewlêrê ya banka Standard Chartered hat vekirin.
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî di merasîma vekirinê de kêfxweşiya xwe bo vekirina vê bankê li Herêma Kurdistanê anî ziman û spasiya balyozxane û konsulxaneya Brîtanya li Iraq û Herêma Kurdistanê kir li ser asankariyên ku hatin kirin ji bo vekirina şaxa banka Standard Chartered li Hewlêrê.
Nêçîrvan Barzanî wiha axifî: "Tu sektoreke aborî di mercên niha yên cîhanê de nikare bi tenê serkeftî be ji ber wê jî divê bi xelekên din ve bê girêdan. Hebûna banka Standard Chartered li Kurdistanê dibe alîkar da ku Kurdistan derbasî nav bazarên cîhanî bibe, bi taybet bankên giştî ku di dema borî de nekarîn rola xwe baş bilîzin."
Ji aliyek din ve Serokwezîr eşkere kir ku hikûmeta Kurdistanê piştgiriya wê bankê û hemû bankeyan dike ku beşdariyê di avakirina Kurdistanê de dikin.




