26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokatiya Herêma Kurdistanê: Ti pirsgirêkek me bi PYDê re nîne

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info/ Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dr. Omêd Sebah ragihand, Serokatiya Herêma Kurdistanê ti pirsgirêkek bi partiyên Rojavayê Kurdistanê re nîne tenê alîkariya wan dike ku bi hev re kar bikin û yekdeng bin.

Dr. Omêd Sebah, duh (03.03.2014) di daxuyaniyeke nivîskî de ku li ser malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê hatiye belavkirin, ragihand, ev demek e beşek ji medyaya kurdî wisa nîşan didin ku Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê bi Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) di nav pirsgirêkan de ye.

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê anî ziman ku ew nûçe û îdia rast nînin û wiha got: "Em li vir radigihînin ku Serokatiya Herêma Kurdistanê ti pirsgirêkek bi ti partî û aliyekî Rojavayê Kurdistanê re nîne, tenê alîkariya wan dike ku bi hev re kar bikin û yekdeng bin."

Li gorî daxuyaniyê, eger hêzên siyasî yên Rojava bi hev re bin û helwesta wan yek be wê çaxê Serokatiya Herêma Kurdistanê dê piştevaniya wan bike lê nabe piştevaniya takrewî û xwesepandina aliyekî bê kirin.

Di dawiyê de Dr. Omêd Sebah, ji wê beşa medyayê xwest, eger dixwazin alîkariya gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê bikin divê bi awayekî berpirsane kar bikin û rastiyan mîna xwe nîşan bidin û dest ji propagandeyan berdin.

 

Nûçeyên têkildar