10ê Adarê dibe roja cilên Kurdî

Hewlêr-KDP.info/ Hacer Dawûd Berpirsa Ragihandinê ya Wezareta Perwerdê, ragihand ku roja 10ê vê mehê wek roja liberkirina cilên netewî û niştimanî ye.
Duh 2/3/2014, Hacer Dawûd, ragihand, li ser rizamendiya wezîrê perwerdê roja 10ê Adara wek roja liberkirina cilên netewî bû hemû karmend, mamosta û xwendekarên Herêma Kurdistanê hatiye destnîşankirin, û her kes azad e li ber bike yan na.
Hacer Dwûd, anî ziman ku di wê rojê de dewama sazî û îdareyên fermî heye û lixwekirina cilên netewî jî arzûmendane ye û da zanîn, roja din bêhnvedana biharê ya sala xwendinê ya 2013-2014an dest pê dike.
Hêjayî gotinê ye, Roja liberkirina cilên netewî sê sal berê ji aliyê wezareta perwerdeya Herêma Kurdistanê ve hat destnîşankirin ku roja 8ê adarê bû.




