26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Bi amadebûna nûnerê (PDK)ê Barzaniyê nemir li Amedê hat bi bîr anîn

Çavkanî: KDP.info

Amedê-KDP.info/ Li Amedê bi boneya 35emîn salvegera koça dawî ya Mele Mistefa Barzanî, Platforma Demokratên Kurd (PDK), û bi amadebûna Endamê Parlamentoya Kurdistanê û endamê Politburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Cafer Ibrahim Êminkî, civînek li darxist.

Di civîna ku ji bo bîranîna Barzaniyê nemir hatibû darxistin de, serokê Platforma Demokratên Kurd Sertaç Bucak, damezrênerê Partiya Demokrat a Kurdistana Tirkiyê Derwêşê Sado, Endamê Parlamentoya Kurdistanê û endamê Politburoya Partiya Demokrata Kurdistanê Cafer Ibrahim Êminkî, Profesor Kadrî Yildirim û Civaknas Dr. Ismail Beşikçi jî axaftinek kirin.

Salona ku civîn lê hat lidarxistin bi wêneyên Mele Mistefa Barzanî û alên Kurdistanê hatibûn xemilandin û zêdeyî hezar kesî jî bi coşek mezin bêşdari civînê bûn.

Di civînê de axaftvanan li ser jiyana Barzaniyê nemir û rola wî di dîroka Kurd û Kurdistanê de rawestiyan. Di axaftina xwe de Derwêşê Sado mezinbuna Mele Mistefa Barzanî anî ziman û got ku ne ew ne tu kes nikare Mele Mistefa Barzanî îzah bike. Sado bilêv kir ku Mele Mistefa Barzanî di serî de Partiya Demokrata Kurdistanê damezrenerê gelek komeleya ye û wiha axifî: "Kak Mistefa Barzanî bavê ruhê neteweyî Kurd e."

Sado anî ziman ku Mele Mistefa Barzanî alîkariya Komara Kurdistanê kiriye û piştî têkçûna komarê ew vegeriyaye Başûrê Kurdistanê û bi 502 Pêşmergeyên xwe ew meşa xweyî dîrokî ber bi yekîtiya Sovyetê ve di bin bombeyên top û teyaran de pêk anîye û di vê meşê de nehiştiye tu zayiat werê dayîn. Sado herwiha behsa buyerên piştî vegera Mele Mistefa Barzanî ji Yekîtiya Sovyetan, şerê di navbera wî û rejîma Iraqê de jî kir.

Sado di axaftina xwe de li ser şikestina şoreşa 1975’an jî sekinî û got ku piştî îttîfaqa ‘pîs’î ku 6’ê Adarê sala 1975’an li Cezayîrê hatiye kirin, Mistefa Barzanî şer sekinandiye û li ser vê yekê bîranîneke xwe parve kir. Sado got; "Ez sala 1975’an çûm cem cenabê Mistefa Barzanî, wî ji min re got ku ‘em di şer de maxlup nebûne lê komployek navnetewî li ser me hat çêkirin. Eger min şer nesekinandiba wê ibada gelê Kurd ba. Ji ber vê yekê min şer sekinandiye."

Di dewama axaftina xwe de Sado got, bi bingeha ku Mele Mistefa Barzanî daniye îro Kurdistaneke azad hatiye ava kirin, zimanê kurdî wek zimanekî fermî hatiye qebul kirin û ala Kurdistanê azad tê bilind kirin û divê Kurd tevde vê mala xwe biparêzin.

Endamê Parlamentoya Kurdistan û Endamê Politburoya Partiya Demokrata Kurdistanê Cafer Îbrahîm Êmînkî jî di axaftina xwe de anî ziman ku ew gelekî xweşhale li bakur li gel dost û hevalan ji bo bîranîna Mele Mistafa Barzaniyê nemir hatiye cem hev û got ku ev çalakiyek gelekî girîng e û ew bi vê yekê serfiraz in.

Ibrahim Emînkî li ser jînegeriye Mistefa Barzanî rawestiya û got: " Mele Mistefa Barzanî li bakur, başur, rojhilat û rojava dîrokeke zindî ye û di wijdanê gelê Kurd de ye." Ibrahîm Êminkî anî ziman ku îro kurdan hemuya pêwîstî bi wê rêbaza Barzaniyê nemir heye.

Endamên Polîtburoya PDK’ê Ibrahîm Emînkî wiha axifî: " Mele Mistefa Barzanî çavê xwe di nav sîyasetê de vekiriye û ew xwediyê sîyaseteke niştimanî ye. Mistefa Barzanî di gotineke xwe de dibeje ku ‘ez naxwazim bijîm wexta welatê min mirî be, ez dixazim bimrim lê welatê min bijî’. Li cem Barzanî Kurdistan yek parçe bû û sîyaseta wî jî her dem li ser vê yekê bû."

Êminkî wiha dirêjî bi axaftina xwe da û got: "Wextekî serokwezîrê Iraqê Nurî Seid dibeje Barzanî, ‘tu ji bo çi naye Baxdayê, li wir pere hene, paye heye, em ê qesran bidine te, tu û zarokê xwe li Bexda rûnên’. Ew bersiva dîrokî dide Nurî Seid. Dibeje ‘ey Nurî Seid, Nurî Paşa, ji bo însan du tiştên azîz hene. Yek jîyan e, yek şeref e. Ya tê jiyanê bikê qurbanî şerefê, ya şerefê bikê qurbanê jiyanê. Jiyan diçê lê şeref dimîne. Şerefa min, azadiya gelê min e, şerefa min azadiya welatê min e. Ez ê heta dawiyê berevaniyê li şerefa gelê xwe bikim’. Barzanî wiha dijiya, Barzanî wiha aştî dikir, Barzanî wiha berevanî dikir. Hemu wexteki pêşmerge bû, hemû wextekî hazir bû go pêşmergetiyê bike."

Ibrahîm Emînkî di axaftina xwe de behsa mesela Kerkûkê jî kir û got: " Rejîma Iraqê gotiye wî ‘Ey Barzanî, em ê Kurdistanê bidin te, lê Kerkûk ne di nav de’, lê wî ev yek qebûl nekiriye û gotiye ku yek kurd jî li Kerkûkê nemîne Kerkûk Kurdistanî ye." 

Ibrahîm Êmînkî di axaftina xwe de behsa bîranîneke dîrokî di navbera Qazî Mihemed û Mele Mistefa Barzanî de bûye kir û got: "Sala 1946’ê wexta rewşa Komara Kurdistanê nebaş bûye, Qazî Mihemed ligel Mele Mistefa Barzanî civîya ye û ala Kurdistanê ji bêrîka xwe derxistiye û daye Mistefa Barzanî û gotiye ‘ev remza Kurdistanê ye, ez didim destê te, emanet di stoyê te de. Min hizra xwe gelek kir û min dizanî kesekî ji te baştir nabînim ku vê alê biparêze." Li ser vê yekê Eminkî got ku belkî yekrêziya kurdan bi sala çênebe, belkî di nav kurdan de fikr û sîyasetên cuda hebin, lê divê yekrêzî li ser ala Kurdistanê hebe.

Endamê Polîtburoya PDK’ê Cafer Îbrahîm Êminkî di berdewamiya axaftina xwe de li ser rewşa sîyasî jî sekinî û got ku Başûrê Kurdistanê mala hemû kurdan û deriyên wê ji hemû kurdan re vekirîne û herwiha da zanîn ku ji roja pêşî de deriyên Kurdistanê ji gelê Kurdistana Surî re vekiriye.

Êminkî wiha axifî: "Deriyên navbera Kurdistana Sûrî û Herêma Kurdistanê ne ji aliyê Herêma Kurdistanê lê ji aliyê dewleta Sûrî ve hatine girtin û ji aliyê dewleta Sûrî ve jî fişar li ser hêzên sîyasî hene. Herêma Kurdistanê mala gelê Kurdistana Sûrî ye. Ji roja yekem heta îro em vê yekê dibêjin. Tu fişarê me li ser hêzên sîyasî yên Kurdistana Sûrî tune ne, daxwazên me hene, em dibê yekbin û ev jî ne gunehe em bibêjin. Em dibêjin yekrêziyê bikin. Alîkarî vekiriye, çi tiştên bixwazin ji destê me bê em ê bikin. Pira Sêmalka, bi zanebûn, bêyî tifaqa dewleta Sûrî, li ser mesuliyeta Herêma Kurdistanê me danî ye, ji bo gelê xwe me daniye. Rêbaz a Barzanî, rêbaza alîkariya birayê xwe ye. Ji bo her parçe jî her ev e. 

Ibrahîm Emînkî, behsa pêvajoya aştiyê ku li bakur didome jî kir û wiha axivî; "Em kêfxweş in bi proseya aştiyê li bakur. em piştevaniya proseya aştiyê li bakur dikin. Em dixwazin bi serkeftî be. Aştî bi du destan tê kirin. Ji bo vê yekê jî em dibêjin ku divê hikûmeta Tirkiyê behtir lezê bike ji bo aştiyek temam li bakur. proseya aştiyê derfeteke zêrîn e ji bo gelê me. Baweriya me ew e ku em hemû divê piştevaniya vê prosê bikin, lê divê ev prose bigihe qonaxa danustandinên fermî, ji danûstandinên nefermî derbasî danûstandinê fermî bibe. Ev pêwîstiyeke her proseya demokrasiya li dinyayê ye."

Êminkî dubare got ku ‘Mele Mistefa Barzanî wijdanê gelê Kurdistanê ye’ û axaftina xwe bi ‘bijî Kurd û bijî Kurdistanê bi dawî kir. Piştî axaftina Cafer Îbrahîm Êminkî di civînê de navber hat dayîn û piştî navberê jî ji zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê Profesor Kadrî Yildirim  û civaknas Dr. Ismail Beşikçi jî axaftinek kirin. Basnews.

Nûçeyên têkildar