26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî: Anîna destê kar ji derve karekî xelet e

Çavkanî: KDP.info

  Silêmaniyê-KDP.info/Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragehand Kurdistan her çi heye ji tiştên mezin bigire heta yên biçûk hemûyan ji derve tîne û evna jî karekî xelet e, lewra divê ev siyaset bê guhertin.

Duh yekşema 2/3/2014 Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî di vekirina Hotela Grand Millenium a Şarê Ciwan de li Silêmaniyê axaftinek kir û got: "Em li Kurdistanê her çi tiştekî me heye ji mezin heta biçûk ji derve tê anîn, evna jî karekî xelet e û divê em vê siyasetê biguherin."

Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku divê girîngî bi sermayeya navxweyî were dayîn û derbarê anîna destê kar ji derveyê welat de jî wiha axifî: "Anîna destê kar ji derve karekî xelet e." Barzanî daxwaz kir ku sektora taybet li Herêma Kurdistanê bê bipêşxistin û rola xwe bibîne daku Herêma Kurdistanê ber bi pêş ve biçe.

Nêçîrvan Barzanî di axaftina xwe de rexne li şêwazê damezrandina xwendekaran girt û wiha pêde çû: "Her xwendekarek ku xwendina xwe li zanîngehê diqedîne daxwaza damezrandinê ji hikûmetê dike. Evna ne siyaseteke rast e û şaş e, em bi vî awayê damezrandinê rûbirûyê pirsgirêkan bûne." Barzanî herwiha daxwaz ji xwendekaran kir ku biçin xwe fêrî kar û pîşe bikin ne ku tenê li benda damezrandina hikûmetê bikin.

 

Nûçeyên têkildar