Nêçîrvan Barzanî li Silêmaniyê projeya Şarî Ciwan vekir
__2014_03_03_h10m45s47__GH.jpg)
Silêmaniyê-KDP.info/Duh yekşemê Li bajarê Silêmaniyê, projeya bi navê Şarî Ciwan ji aliyê Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û xwediyê projê Farûq Mele Mistefa ve hat vekirin.
Projeya bi navê Şarî Ciwan ku ji hotêleke 5 stêrk, park û garaj û gellek cih û tiştên pêk tê û ji aliyê şîrketa Farûq Holdîng ve li bajarê Silêmaniyê hatiye çêkirin, îşev ji aliyê Serokewzîr Nêçîrvan Barzanî ve hat vekirin.
Di merasima vekirinê de xwediyê projê Farûq Mela Mistefa û parêzgerê Silêmaniyê Behrûz Heme Salih û hejmarek berpirsên hikûmet û partiyan beşdar bûn.
Şarî Ciwan li ser rûbera 248 hezar metre çargoşe hatiye çêkirin û 260 milyon bûye xercê wê. Avahiya hotêla ku di nav projê de hatiye çêkirin, ji 39 qatan û 253 odeyên razanê pêk hatiye, di nav de 4 markêtên mezin û salona civînan, merasiman, sînema û 2 xwaringehan pêk tê.
Hotêla Şarî Ciwan bi qasî 900 metre li asta deryayê bilind e û nirxa şevek razanê bêyî xercên din 210 hezar dînar e (190 dolar).
Projeya Şarî Ciwan yek ji mezintirîn projeyan e ku li gorî pîvanên navdewletî hatiye çêkirin.




