26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Obama hişyarî da Rûsya

Çavkanî: KDP.info

Ajans-KDP.info/ Biryara Parlamentoya Rûsya ya derbarê erêkirina operasyonên leşkerî li Ukraynayê hişt ku serokê Amerîka Barack Obama  Rûsya hişyar bike.

 

Li gor daxuyaniya Koşka Spî, Obama duh di peywendiyeke telefonê de, ji serokê Rûsya Vladimir Putin xwest ku hêzên xwe yên ku li nîvçe girava Qerim li Ukraynayê belav kirine car din vegerîne Rûsya.

 

Obama herwiha hişyarî da Mosko ku ew dê rastî dûrxistineke siyasî û aborî were li ser asta civaka nabdewletî eger “binpêkirina yasaya navdewletî” berdewam bike.

 

Serokatiya Rûsya jî di daxuyaniyekê de ragihand ku Putin ji Obama re gotiye “Rûsya mafê wê heye berjewendiyên xwe û yên kesên ku li Ukraynayê bi zimanê rûsî diaxifin biparêze”.

 

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku Putin tekîd kiriye “eger tundiya li rojhilatê Ukrayna û li Qerim zêde bibe, Rûsya dê mafê wê hebe berjewendiyên xwe û yên kesên ku li Ukraynayê bi zimanê rûsî diaxifin biparêze”.

Nûçeyên têkildar