Parlamentoya Tirkiyê paketa demokrasiyê pesend kir

Ajans-KDP.info/ Parlamentoya Tirkiyê paketa demokrasiyê ya ku ji aliyê serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan ve hatibû pêşnyarkirin pesend kir.
Îro yekşema 2/3/2014 Parlamentoya Tikriyê projeyasya berferhkirina maf û azadiyan ku bi paketa demokrasiyê tê naskirin, pesend kir.
Li gor wê yasayê her partiyeke siyasî dikare sîstema hevserokatiyê bipejirîne, bi mercê ku ne zêdetirî 2 hevserokan hebin.
Heta niha bi tenê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) sîstema hevserokatiyê pejirandiye û BDPê dê bi heman sîstemê jî tevlî hilbijartinên şaredariyan bibe ku biryar e 30ê adarê bêne kirin.
Piştî pesendkirina paketa demokrasiyê, Parlamentoya Tirkiyê dê heta 26ê vê mehê di betlane û bêhnvedanê de be.




