Amêdiyê, Zaxo û Şingal Barzanî bi bîr anîn

KDP.info/ Bi boneya 35emîn salvegera koça dawî ya Mele Mistefa Barzanî, duh şemiya 1/3/2014 xelkên Amêdiyê, Şingal û Zaxo bi çalakiyên cûrbicûr, Barzaniyê nemir bi bîr aînin.
Bi bîreweriya 35 saliya wexerkirina babê ruhiyê netewa Kurd Barzaniyê nemir, duh li devera Amêdiyê bi amadebûna cemawerekê zor simînarek bo Ferîq Farûq berpirsê liqê 18 yê Partiya Demokrat a Kurdistanê hate rêkxstin.
Berpirsê liqê 18 di simînara xwe de behsa wêstgehên jiyana Barzaniyê nemir û ew xebat û qurbanî dana bêtir ji nîv sedê ku bo gelê Kurd kiriye, behis kir.
Her wiha bi vê boneyê wek rêzgirtin bo vê roja dîrokî li hola şarewanî ya Zaxo bi amadebûna kargêrê liqê 8 kak Şivan Şêxo û hejmarek endam perleman û kadirên hizbî û hikûmî û rewşenbîr û nivêserên deverê, korekê hozan xwendinê bo sê hozanvanên stêr hate sazkirin.
Di destpêkê deqekî rêzgirtinê li ser giyanê şehîdên Kurdistanê rawestan û paşan peyva bixêrhatinê ji aliyê nûnerê liqê 8 ve hate xwendin, piştire hersî hozanvanan çend hozan pêşkêşkirin û di hozanên xwe de pesna wî qehremanî li qelem dan.
Her li bîreweriya 35emîn salvegera wexerkirna babê ruhiyê netewa Kurd Barazniyê nemir û bi amadebûna berpirsên siyasî û îdarî û hejmareke berçav ji welatiyên devera Şingalê, liqê 17 yê Partiya Demokrat a Kurdistanê simînarek bo Serbest Babîrî berpirsê liqê hevde sazkir û di vê simînarê de navbirî bi dirêjahî behsa xebat û têkoşîna Barzaniyê nemir kir û ew qunaxên jiyana xwe têda derbazkirî û her di simînarê de got Bazraniyê nemir weku serkirdeyekê mezin û bi navûdeng di dîrokê de şiya gelê Kurd bi cîhanê bide naskirin û hemû jiyana xwe terxan bike bo azadî û serkeftina gelê Kurdistanê û berhemê xebata Barzanî bûye ku divê astê azadiyê li Kurdistanê dijîn û her bi vê helkeftê çend çalakiyên cuda hatine encamdan û hejmareke hozana hatine xwandin li ser xebata babê ruhiyê yê Barzaniyê nemir û pêşmergên qareman di şoreşên kurdistanê û xelkê Şingalê careke dî soz û peymanên xwe nû kirne ve di şoreşên Kurdistanê de ku heta hetayê li ser vê rêbaza pîroz karbikin.




