26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kurdên Rojava Barzaniyê nemir bi bîr anîn

Çavkanî: KDP.info
˜æÑÏÇäی ڕۆŽÇæÇ áå ãåÑÇÓیãی ÈåÑÒڕǐÑÊäی 35-åãیä ÓÇڵیÇÏی ÈÇÑÒÇäیی äåãÑÏÇ. ڕۆŽÇæÇی ˜æÑÏÓÊÇä

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info/ Bi boneya 35emîn salvegera koça dawî ya Mele Mistefa Barzanî, Kurdan li piraniya bajar û deverên Rojawayê Kurdistanê, Barzaniyê nemir bi bîr aînin.

Duh şemiya 1/3/2014 li Qamişlo, Dirbêsiyê, Tirbesipiyê û Dêrkê bi çalakiyên cûrbicûr, 35emîn salvegera koça dawî ya ceneral Mistefa Barzanî bi bîr hat.

Li ser bangêşta Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê, bi çalakiyekê 35emîn salvegera koça dawî ya ceneral Mistefa Barzanî bi bîr hat.

Merasîma duh ji aliyê şaxê ENKSê li Dirbêsiyê hat kirin û berpirsên Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK)ê û kantona Cezîrê û herwiha hejmarek rêxistinên ciwanan û civaka sivîl û oldarên misliman û xristiyan jî tê de amade bûn.

Her wiha Bi boneya 35emîn salvegera koça dawî ya Mele Mistefa Barzanî û bi amadebûna hejmarek mezin ji xelkê, duh li Qamişlo, Tirbesipiyê û Dêrkê jî çalakiyên cûrbicûr hatin encamdan.

Hêjayî gotinê ye, EGRKê bi vê helkeftê çalakiyek li Navenda Hunerê ya Dirbêsiyê li dar xist. Di çalakiyê de berpirsên kantona Cezîrê û nûnerên ENKSê û çend partî û aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê beşdar bûn. Serokê kantona Cezîrê Ekrem Hiso di çalakiyê de axifî û Mistefa Barzanî wek sîmbol û remzeke neteweyî bi nav kir û got "Barzanî herdem ji bo yekîtiya Kurdan têkoşîn û xebat kiriye."

 

Nûçeyên têkildar