Li ser rewşa Sûrîya nekokî kefte navbera Zêbarî û Malikî

Li gorî çend jêderên nûçeyên Iraqê li ser rewşa niha ya Sûrîya, nekokî keftîye navbera Nûrî Malikî serokê hukûmeta Iraqê û Hoşîyar Zêbarî wezîrê derve yê Iraqê.
Jêderekî ji rojnameya Musteqbel ya Lubnanî ragihand, ku Zêbarî bi Malikî re gotîye ku niha rewşa Sûrîya di berjewendîya opozisîyona Sûrîya de ye û ber bi çareserîyê ve diçe û gerek Iraq yekser pêwendîyên xwe digel hêzên opozisîyona Sûrîya bike, ji ber ku maweya desthilata Beşar El-Esed kêm maye û roxandina wî jî misogere, lê belê Malikî ev daxwaza han ret kirîye.
Heman jêderî weha jî got, rijd bûna Malikî ji berevanîkirina desthilata Beşar El-Esed daxwaza Îranê ye ku pêdivîye heta dawîyê sîyaseta Iraqê li hember Sûrîya wek xwe bimîne.




