Ferhad Etroşî: heger Malikî netê Parlîyamentê em dê bi bê amadebûna wî vepirsînê bikin

Endamê lîsta hevpeymanîya Kurdistanê Ferhad Etroşî eşkere kir ku di evê hefteyê de yan di hefteya bihê de em bi fermî daxwaz ji serokatîya parlîyamentê dikin, da ku nameya bangkirinê bo parlîyamentê bo Nûrî Malikî serokê hukûmeta Iraqê bişîne.
Di vê derbarê de li gorî Rudaw, Etroşî ragihand, ku em belgehên ku di destê me de heye li ser Malikî, heger li ser çi serokê wezîran baya dl dest ji kar vekşandiba.
Herweha Etroşî nabîne ku Nûrî Malikî biçe berdergeha Parlîyamentê, weha jî got, heger Malikî nayê parlîyamentê em dê vepirsînê bi bê amadebûna wî bikin.
Etroşî got, em gelek bi hûr û wird karê xwe dikin, me dosya û ew gunehbarên ku li hember Malikî vedikin gelekî bi hêzin.




