Penaberên Rojava bi meşê gehiştin mezarê Barzanî yê nemir

Hewlêr-KDP.info/ Bi boneya bîranîna 35mîn salvegera koça dawî ya bavkê ruhî yê neteweya Kurd, rêzdar Mistefa Barzanîyê nemir û weke helwêsteke niştîmanperwerî, 150 Penaberên Rojavayê Kurdistanê bi pêya çûn devera Barzan û îro şemiya 1/3/2014 gehiştin wêde.
Bi boneya 35mîn salvegera koça dawî Mele Mistefa Barzaniyê Nemir Penaberên Rojavayê Kurdistanê bi hevkariya dezgeha xêrxwazî ya Barzanî bi meşê serdana Mezara Nemiran ya li devera Barzan kirin.
Hêjayî gotinê ye, ev meşa han ji kempa Dare Şekran a awareyên Rojavayê Kurdistanê ya li Hewlêrê roja duşema 24/2/2014 destpê kiriye û li devera Barzan îro bi dawî hat.




