Peyama liqê 18 bi boneya salvegera koça dawî ya Barzanî yê nemir

Amêdiyê-KDP.info/ Liqê 18 yê Partiya Demokrat a Kurdistanê bi boneya bîreweriya salvegera mal avaya babê ruhî û neteweyê gelê Kurdistanê Barzanî yê nemir peyamek belavkiriye û eva li xarê deqê wê ye:-
Bi helkefta bîreweriya salvegera koça dawî ya babê ruhî û neteweyê gelê Kurdistanê Barzanî yê nemir serê rêz û rumetê bû giyanê wî yê paqij û sercem şehîdên rêka bizava azadî xwaziya gelê Kurdistanê di çemînîn û bigermî silavan dişînin bo kesukarên şehîdan û pêşmergên qehreman parêzvanên gel û welat û pekkeftiyên dilêr û hemû cemawerên Kurdistanê.
Bi xem û kovan ve di rojeka weku îro de rêkefta (1/3/1979) bi egerê êşeka giran Barzanî yê nemir malavayî li gel û welatê xwe kir û kesereke giran xiste dilên sercem xelkê Kurdistanê de.
Hêjayî em bêjin Barzanî yê nemir bidrêjiya Bêtir ji nîv sedê xebat û têkoşîna gelê Kurdistanê, serkirdayetiya zincîreyeka şoreş û berxwedanên rêkxiraweyî û cemawerî kiriye û bi awayekê serkeftiyane serederî digel kawdanên derekî û nafxweyî yên pir aloz de kiriye û destkeftên dîrokî bidestve înayne, mîna hişyarkirina gelê kurdistanê bi hemû tex û çîn û ol û netewa bi doza rewaya niştîmanî û netewî ve û amadekirina xelkê kurdistanê bo giyanê qurbanî danê dijî zulim û zordariya dijminan û nasandina mezlumiyeta milletê Kurd bi raya civaka nîvdewletî û milkeçkirina desthelatdarên Bexda bo danûstandin û danpêdan bi mafên rewayên gelê Kurd.
Zêdebarî li paş xwe hêlana kelturekî niştîmanî û şorşgêrane ku cihê şanaziya her welat parêzekî kurdistanê ye.
Bêguman destkeftên îro bi dest ve hatîn verêja xebat û têkoşîna rêbaza pîroz a partî û Barzanî yê nemir e, ew rêbaza tê parastin û dirêje pê tê dan ji aliyê serokê hêja û xweştevî, serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî, lewma daxwazê dikin ev helkefte bibîte handerek ji bo nû kirina soz û peymana û bêtir xirvebûna cemawerê Kurdistanê li dorên rêbaza partî û Barzanî ji bo parastina wan destkeftên Barzanî yê nemir hemû jiyana xwe bo wan terxan kiriye.
Liqê 18 yê Partiya Demokrat a Kurdistanê
Nivîsingeha Rewşenbîrî û ragehandinê




