Serokatîya herêma Kurdistanê bi tundî zincîre teqînên bajêrên Iraqê şermezar kir

Îro Dîwana Serokatiya Kurdistanê bi belav kirina daxuyaniyeke nivîskî bi tundî teqînên duhê û evro yên li Bajarên Kerkûk, Bexdad, Selaheddîn, Dîyale û Şengalê şermezar kir, ku di encamê de bi dehan hevwelatîyên sivîl bê gunehî nav evan bajêran bûne qurbanî.
Serokatiya Kurdistanê hevdem digel mehkûm kirina êrîş û teqînên han, perse û serxweşiyên xwe jî pêşkêşî kesûkarên qurbaniyan kiriye û daxwaz ji xwedayê mezin jî kiriye daku, rewşa tendirostiya welatiyên birîndar jî baştir bike.
Di dawiya daxuyaniya Serokatiya Kurdistanê de hatiye nivîsandin ku, teqînên duhê û evro vê yekê îsbat dikin ku, Terorîst careke din lêv û tevgerên xwe berfiretir kirine lewre pêwîste Hikûmeta fedral û tevahiya dezgehên ewlekarî gelek bi cidî li ser wan kiryarên hovane rawestin û çareseriyeke mayende bo vê meseleyê bibîne û Kurdistan jî amadeye ku, hevkariyên pêwîst pêşkêş bike.




