Bi boneya salvegera koça dawî ya Barzanî yê nemir liqê Yek peyamek belav kir
__2014_03_01_h9m36s22__RJ__2014_03_01_h12m36s2__RJ.jpg)
Dihok-KDP.info/ Gelê kurd di dîroka xebata rizgarîxwaziyê de xudan çendîn serkirdên qareman bûye, Nemir Mela Mistefa Barzanî ji serkirdên here giring ên gelê Kurd bûye, û di dîroka azadîxwaziya Kurdistanê de serkêşiya mezntirîn şoreş kiriye ku şoreşa Eylula mezin bûye û damezrênerê Partiya Demokrat a Kurdistanê bû ye.
Bi boneya salvegera koça dawî ya Barzanî yê nemir liqê Yek ê Partiya Demokrat a Kurdistanê biruskek belavkiriye û ev jî deqê wê ye:
Nemir Mela Mistefa Barzanî ji pêxemet doza rewaya gelê Kurd jiyanek sertaserî ya pir serwerî û têkoşîn û xoragirî û awarebûn û azayetî û hikmet derbas kir, û destkeftên pir giring ji kelturê xwe yê şoreşgêrî û dîmokirasî û aştîxwazî û hizra netewayetî bo gelê Kurd bicih hêla ye, ji encamê rêbaza rast û dirust û helwîstên mirov dostane yên Barzanî yê nemir di dîrokê de bi karîzmayê gelê Kurd dihête hjimartin.
Barzanî yê nemr ji xanewadeyeka kurdperwer û şoreşgêr û têkoşer bûye, lewra rêbaza wî li ser binemayê parastina mafên rewayên gelê Kurdistanê hatiye danan.
Barzanî yê nemir li qunaxên pir hestiyar û dijwar de şiya serkirdayetiya şoreşên azadîxwazên xelkê kurdistanê bike bêy ciyawaziya olî û neteweyî, lewra her kurd perwerekê li parçên dî yên kurdistanê ew şoreş bi şoreşên xwe dizanîn.
Babê ruhî yê netewê kurd hêmayê gelê Kurdistana bin dest û zulim lê kirî bû û cîhanê bi xebat û rêbaza wî kurdniyasîn.
Hêjayî amaje pêdanê ye ku destkeftên îro ji encamê xebat û xoragirî û fîdakariya xelkê Kurdistanê bûye bi rêberayetiya babê ruhî yê netewê Kurd Mela Mistefa Barzanî.
Li yada 35 saliya koça dawî Barzanî yê bab, serê rêz û newazişê di çemînîn. Silav li giyanê hemû şehîdên rêyîa rizgarîxwaza gelê Kurdistanê û serkêşê wan Barzanî yê nemir û Idrîsê herdem sax.




