26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Komeleya Kar Kurdistan-Portugal hat damezrandin

Çavkanî: KDP.info

Portugal-KDP.info/ Li wezareta karûbarên derve ya Portugalê û bi amadebûna hijmareke ber bi çav ji karbidest û berprisên bilindên hikûmeta Portugalê, Komeleya  Kar Kurdistan-Portugal hat avakirin.

Di merasima ragehandina komelrya navborî de ku, Felah Mistefa berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê, Xosêy Sîsariyo wezîrê dewletê bo karûbarên  derve, Daban Şadele nûnerê hikûmeta herêma Kurdistanê yê Spaniyayê, Domînos Ogando berprisê komeleya nû a bi navê Komeleya Kar Kurdistan-Portugal amade bûn, Sîsariyo got ku, îro rojeke taybet e û ji bo kompaniyên portugalî gelek giringe kar digel kompaniyên herêma Kurdistanê bikin.

Berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta Kurdistanê, bi vê minasibetê kêfxweşiya xwe nîşan da û got ku, ev yekemîn serdana fermîya şandeyeke herêma Kurdistanê bo Portugalê ye. Mistefa got ku, herêma Kurdistanê di qonaxa binyatdanandinê de ye û ev pêngav, avakirina Komeleya Kar Kurdistan-Portugal, dê bibe sedemê zêdetir pêşxistina Kudistanê û dikare Kurdistan ji bo tev Îraqê bibe deriyek ji kompanî û şirketên portugalî re.

Weke tê zanîn avakirina Komeleya Kar Kurdistan-Portugal dê ji kompaniyên portugalî re rênîşander be ku, li herêma Kurdistanê kar bikin.

 

Nûçeyên têkildar