25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Birîmo bo KDP.info: Hevdîtinên Partiyên ENKS li Herêma Kurdistanê serkeftî bûn

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info/ PeyvdarêPartiya Demokrata Kurd li Sûriyê (El-Partî), ragehand ku hevdîtinên partiyênsiyasî yên li nav ENKS bi partiyên Kurdistanî yên Herêma Kurdistanê, serketî bûnû armancên xwe bi cîh anîn.

12 partiyên RojavayêKurdistanê yên di nava Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê de, berî çend rojanserdana part û aliyên siysî yên Herêma Kurdistanê kirin, ji wana PartiyaDemokrat a Kurdistanê (PDK), Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK), TevgeraGoran û partiyên Islamî jî.

Nûrî Birîmo Peyvdarê (El-Partî) ji KDP.info re tekez kir ku ew armanca siyasî ji wan serdanan, ew bû kuhelwêsta xwe ji hemû aliyan ve, ji part û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanêre, zelal bikin.

Birîmo ragehand ku, di hindirêwan hevdîtinan de, Nêçîrvan Barzanî cêgirê serokê Partiya Demokrat aKurdistanê, pêşwaziya sekreterên partiyan kir.

Derbarê sedem û armancawan hevdîtinan, peyvdarê Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (El-Partî), ragehand: "Armanc ji civînên partiyên Rojava yên navaENKS bi aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê re, ew bû ku helwêst û cihê xwe diCinêv 2 de bidin diyar bikin, her wiha ji tiştê ku niha li rojava çê dibe, û jiKantonên ku (PYD)ê ragehandin e, her wiha dîtin û nêrînên ENKS yên di derbarêpêşhatên dawî û guhertinên siyasiyên Rojava û Sûriyê zelal kirin."

 

Nûçeyên têkildar