26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

NY sipasîya hukûmeta herêma Kurdistan bo wergirtina penaberên Sûrîya

Çavkanî: KDP.info

Îro Caklin Badkuk cihgira nûnerê taybetê sekreterê Neteweyên Yekbûyî bo karkûbarên mirovî li Iraqê, serdana fermangeha têkeliyên derve kir û ji aliyê Felah Mistefa berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta Kurdistanê bve hat pêşwazî kirin.

Di hevdîtinekê de, Felah Mistefa ji mêvana xwe re behsa têkeliyên navera Kurdistanê û Neteweyên Yekbûyî kir û rola Neteweyên Yekkgirtî ji bo piştgrîkirina pirosesa siyasî, demokrasî û federalî li Iraqê bi roleke giring wesif kir û got:

Neteweyên Yekbûyî dikare di serxistina pirosesa demokrasî û çareserkirina kirîza siyasiya Iraqê û pirsên hilawîstiyên navbera Hewlêr û Bexdayê de roleke bi bandor bilîze.

Cihgira nûnerê tayebetê sekretewrê NY behsa kar û xebatên ajans û rêxistinên ser bi Netweyên Yekbûyî ve kul i Îraq û herêma Kurdistanê kar dikin kir.

Wê got ku, rêxistinên NY li herêma Kurdistanê kar dikin daku, bi hevahengî digek hikûmeta herêma Kurdistanê zêdetir daxwziyên xelkê Kurdistanê cîbicî bikin.

Caklin Badkuk cihgira nûnerê taybetê sekreterê Neteweyên Yekbûyî bo karkûbarên mirovî li Iraqê, li hember wê pêşwazî û alîkariya koçberên Suriyê tê kirin, sipasiya hikûmeta herêma Kurdistanê kir.

Mekanîzma cîbicîkirina bernameya NY li herêma Kurdistanêû geşepêdana şiyanên mirovî mijareke din e hevdîtinê bû.

Di vê çarçovyê de, berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta Kurdistanê behsa rola bernameya geşepêdana şiyanên mirovî di pêşdebirina welat de kir û gor ku, NY di vî warî de xwedî şarezayî û tecrûbeyeke baş in û dikarin zêdetir hevkariya hikûmeta Kurdistanê bikin.
 

Nûçeyên têkildar