Xelkê Kerkûkê hoşdarî dan hikûmeta Malikî

Kerkûk-KDP.info/ Rêxistinên civaka sivîl ên Kerkûkê hefteyek mohlet dan hikûmeta Malikî daku meaşê fermanberên Kurdistanê bişîne û gotin; "Eger neşîne em jî nahêlin ji Kerkûkê petrol bo Tirkiyê bê şandin."
Herwiha ji bo vê mebestê zêdeyî hezar kesî xwe amade kirine ku li ber deriyê serekî yê Şirketa Petrola Kerkûkê çadiran vedin û nehêlin fermanberên şirketê biçin û bên û karê xwe bikin.
Rêxistinên sivîl doh çarşemê, li bajarê Kerkûkê li beramberî neşandina meaşê fermanberên Herêma Kurdistanê ji aliyê hikûmeta Malikî ve xwepêşandanek lidar xistn. Xwepêşandanê bi slogana (Ez Kerkûkî me, Kerkûk Kurdistanî ye) dest pê kir û daxwaz kirin ku hinardekirina petrola Kerkûkê bi bendera Cîhan a Tirkiyê bê ragirtin.
Xelkê Kerkûkê, yek hefte mohlet dan hikûmeta federal a Bexdayê daku meaşê fermanberên Herêma Kurdistanê bişîne, berevajiya wê jî em nahêlin petrola Kerkûkê were hinardekirin




