26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Li Sûriyê 175 çekdarên Bereya El-Nusra hatin kuştin

Çavkanî: KDP.info

Sûriyê-KDP.info/ Dezgehên çapemeniya rêjîma Sûriyê ragehandin ku di encama kemînekê ku hêzên rêjîma Sûriyê ji bo çekdarên opozîsyonê li derdora Şamê paytexta Sûriyê de zêdetirî 175 Bereya El-Nusra hatine kuştin.
Ajansa fermî ya Hikûmeta Sûriyê SANA di nûçeyekê de dazanîn ku hêzên rêjîmê li herêma El-Xûta El-Şerqiye ya Rojhelatî şama paytexta Sûriyê, kemînek ji bo çekdarên komên opozîsyonê danîne û di encama kemînê de zêdetirî 175 endamên Bereya El-Nusra û Lîwa El- Islam hatin kuştin.
Wê çavkaniyê eşkere kiriye ku, di nava kuştiyan de kesên ji Erebstana Siûdî, Qeter û Şîşan ê  jî hene

Nûçeyên têkildar