25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Felah Mistefa serdana parlamentoya Spaniyayê kir

Çavkanî: KDP.info

Spaniya-KDP.info/ Di çarçoveya serdana xwe ya bo Spaniyayê de, Felah Mistefa berprisê peywendiyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê sredana parlamentoya Spaniyayê kir û ji aliyê Elîxandiro Alonso serokê karûbarên derve û hijmareke perlamenteran ve hat pêşwazî kirin.

Di dîdarekê de ku, Wedîh Elbetî sefîrê Îraqê yê Spaniyayê û Daban Şadele nûnerê hikûmeta Kurdistanî li wî welatî amade bûn. Serokê karûbarên derve yê parlamentoya Spaniyayê got ku, Spaniyayê tecrûbeyeke zengîn digelek waran de heye û herêma Kurdistanê dikare sud ji şarezayî û tecrûbeya Spaniyayê werbigire.

Berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê got ku, hikûmeta herêma Kurdistanê Spaniyayê weke hevbeşeke giring a herêma Kurdistan û Îraqê dibîne û tekîd li ser zêdetir pêşxistina têkeliyên navbera her du aliyan de kir.

Mistefa di axaftina xwe de got ku, pirosesa avakirina Îraqeke nû rû bi rûyê gelek gef û astengiyan dibe û herêma Kurdistan û Îraqê pêwîstî bi piştgiriya civaka navdewletî heye, û  herêma Kurdistanê sîstemeke hukimdariyê a hevseng li Îraqê dixwaze.

Berprisê têkeliyên derve behsa têkeliyên anvbera Kurdistan û Spaniyayê kir û daxwaz ji Elîxandiro Alonso kir ku,  girûpeke piştevaniya herêma Kurdistanê li parlamentoya Spaniyayê pêkbînin,  hikûmeta Spaniyayê sewîyeya nûneratiya xwe li herêma Kurdistanê bilindtir bike û ew tawanên ji aliyê hikûmeta berê ya Îraqê bi serê gelê Kurdistanê hatine bi jênosîda nas bikin, kir.

Ji aliyê xwe ve serokê karûbarên derve li parlamentoya Spaniyayê ji şandeya herêma Kurdistanê re got ku, ew dê bi cidî kar ji bo cîbicîkirina daxwazên wan bikin.

 

Nûçeyên têkildar