Li Madrîdê Mistefa beşdarî di şahiya roja niştimaniya Kwêtê kir

Spaniya-KDP.info/ Di berdewamiya serdana xwe ya bo Spaniyayê de, li Madrîdê Felah Mistefa berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê, hevrê digel Wedîh Elbetî sefîrê Îraqê yê Spaniyayê û Daban Şadele nûnerê hikûmeta Kurdistanê li Spaniyayê, beşdarî di şahiya 53 saliya roja niştimaniya Kwêtê de kir.
Di merasima şahiya roja niştimaniya Kwêtê de ku, Silêman Xemîsî sefîrê kwêtê yê Îraqê û hijmareke berprisên sefaretxaneya Kwêtê û mêvanên biyanî amadebûn, Felha Mistefa li ser navê hikûmeta herîmna Kurdistanê 53 saliya roja niştimaniya Kwêtê li hikûmet û gelê Kwêtê pîroz kir û hêviya serkeftin û pêşkeftinê ji wî welatî re xwest.
Di çarçoveya beşdarîkirina şahiya roja niştimaniya Kwêtê de, berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê gelek sefîrên welatên erebî û chanî dîtin û bi wan re rewşa siyasî û emnî ya Kurdistan û Îraqê nirxand.




