26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Li Amedê bîranîna salvegera koça dawî ya Barzanî yê nemir tê li dar xistin

Çavkanî: KDP.info

 Bakûrê Kurdistanê-KDP.info/ Roja 2yê Adarê li bajarê Amedê Barzanî yê nemir tê bibîranîn û ji bo vê mebestê bi dehan afîş ji bo danasîn û agahiyên derbarê civînê de hatin daliqandin û li  ser billboardan wêneyê Mele Mistefa Barzanî hatine danîn. 

 Platforma Demokratên Kurd, daxuyaniyek belav kir û tê de diyar kir ku bi boneya salvegera koça dawî ya Nemir Mele Mistefa Barzanî dê 2’ê Adara 2014’an li Amedê civîneke bîranînê li dar bixe.

 Di wê civînê de ku dê li Amedê li hola Navenda Pêşandan û Kongreyan a Ronesansê bê lidarxistin, ligel nûnerê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Kurdistanê Dr. Cafer Îbrahîm Êmînkî, dê nivîskar û lêkoler Prof. Dr. Kadri Yıldırım, Dr. İsmail Beşikçi û Vahdettin İnce jî beşdariyê bikin.

 Di panêlê de ku dê bi xwendina sirûda “Ey Reqîb” dest pê bike, axaftina vekirinê dê Serokê Platforma Demokratên Kurd Sertac Bucak bike. Sertaç Bucak dê di axaftina xwe de behsa bandora tevgera Barzanî, bi taybetî jî bandora têkoşîna piştî Şoreşa Îlonê li ser Kurdistana Bakur bike. Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê jî wê axaftinekê derbarê jiyana Mele Mistefa Barzanî de bêje.

 Di panêla navborî de ku Prof. Dr. Kadri Yıldırım dê lêkolînekê li ser malbata Barzanî, bi taybetî jî bandora Şêx Ebdulselam Barzanî li ser Mela Mistefa Barzanî pêşkeş bike, Dr. İsmail Beşikçi jî wê derbarê têkoşîna neteweyî ya Kurd bi serokatiya Mele Mistefa Barzanî li Kurdistana Başûr û bandorên vê têkoşînê li ser parçeyên din ên Kurdistanê axaftinekê bike.

Nûçeyên têkildar