Penaberên Rojava bi pêyan berev mezarê Barzanî yê nemir ve diçin

Hewlêr-KDP.info/ Bi boneya bîranîna 111´mîn salvegera ji dayikbûna bavkê ruhîyê neteweya Kurd, rêzdar Mistefa Barzanîyê nemir û weke helwêsteke niştîmanperwerî, 111Penaberên Rojavayê Kurdistanê ber bi devera Barzan ve dest bi meşekê peya berev mezarê wî dikin.
Biryare bi minasebeta 111 saliya ji dayik bûna Rêberê gelê Kurd Mele Mistefa Barzaniyê Nemir 111 Penaberên Rojavayê Kurdistanê bi hevkariya dezgeha xêrxwazî ya Barzanî bi meş serdana Mezara Nemiran ya li devera Barzan bikin.
Ev meşa han ji kempa Dare Şekran a awareyên Rojavayê Kurdistanê ya li Hewlêrê destpê dike û li devera Barzan bi dawî dibe




