25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Li Barşalonayê realîteya Kurdistanê hat qotûbêj kirin

Çavkanî: KDP.info

Îspaniyayê-KDP.info/ Li bajarê Barşalona li Îspaniyayê, Felah Mistefa berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê, hevrê digel Daban Şadele nûnerê hikûmeta Kurdistanê yê Îspaniyayê, serdana senterê Barşalona bo karûbarên navdewletî kir û digel hijmareke diplomatkar, berprisên hikûmî, akademîk û rojnamevanan civiya.

 

Mistefa, beşdarên civînê li ser siyaseta hikûmeta herêma Kurdistanê peyrew dike, rewşa îroya herêma Kurdistanê, statuya kurdan li Îraqê û Rojhilata Navîn û nakokî û milmilanên li deverê hene, agadar kirin.

 

Berprisê têkeliyên derve behsa dîroka berxwedana gelê kurd û ew bûyer, tawan û karesatên ji aliyê hikûmetên Îraqê yên berê bi ser gelê Kurdistanê de hatine kir û got ku, lê îro herêma Kurdistanê di hemû waran de gelek pêşketiye û piştî jinavçûna rijma diktatora Îraqê, herêma Kurdistanê destkeftiyên mezin bidest xistine, bi taybetî di warê aborî, îstîqrar û emnî de gelek pêşkeftin çêbûne. Giringtirîn ew xalên hikûmeta herêma Kurdistanê tekîdê li ser dike zelalkirina siyaset û nasandina realîteya îro ya herêma Kurdistanê û anîna welatên biyanî bo herêma Kurdistanê ye, û heta îro 31 nûnerên welatên biyanî li herêma Kurdistanê hene.

 

Di berdewamiya axaftina xwe de, Felah Mistefa behsa rewşa penaberên rojavayê Kurdistanê yên li herêma Kurdistanê û ew koçbarên erb û mesîhî yên ji deverên din yên Îraqê, ji naverast û başûrê Îraqê, ji ber şidet û teroroê hatine herêma Kurdistanê kir û got ku, nuha zêdetir ji 250 000 penaberên surî li herêma Kurdistanê hene, ji bilî malpatên ereb û mesîhî ku, ji deverên din yên Îraqê hatien herêma Kurdistanê.

 

Mistefa behsa têkeliyên herêma Kurdistanê digel welatên cîran û bi taybetî digel Tirkiyeyê kir û got ku, ji sala 2008ê vir de têkeliyên herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê ber bi başiyê ve diçin û piştî serdana serok Barzanî bo Amedê ew têkelî ketin di qonaxeke nû de. Wan têkaliyan wisa kir ku, pirsa kurd li Tirkiyeyê bi eşkereyî bê behis kirin û pêvajoya aşitiyê pêşkeftineke ber bi çav dîtiye.

 

Pirsa aboriya Kurdistanê mijareke din a civînê bû, berpirsê têkeliyên derve  got ku, herêma Kurdistanê bi budceya 37 milyar dolar piroje encam dane û vê yekê bala sermayedarên biyanî bo ser herêma Kirdistanê kişandiye. Nuha nêzîkî 2600 kompaniyên di warê cuda da li herêma Kurdistanê kar dikin.

 

Beşdarên civînê çend pirs di warê têkeliyên Kurdistan û Tirkiye, rewşa penaberên surî yên li herêma Kurdistan û têkeliyên Hewlêr û Bexdayê û çend pirsên din pêşkeşî Mistefa kirin û wî jî bersiva wan pirsan hemûyan da.
 

Nûçeyên têkildar