25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Girupa Ala rêya navbera Dihok û Mûsilê girt

Çavkanî: KDP.info
Dihok-KDP.info/ Piştî ku serok wezîrên Iraqê got, bila welatiyên Kurd li dijî hikûmeta xwe karbikin, giropa Ala nerazîbûna xwe diyarkir û bo maweyê 5 demijmêran rêka di navbera Dihok u Mûsilê de girt û dest bi ser 50 tirombêlên bar helgirên Iraqê de hate girtin.


Palawan Şêx Memî berpirsê giropê Ala ragehand ku, piştî ku cihên peywendîdar yên bilind peywendî bi wan kirîne, rêk hatiye vekirin.


Berpirsê giropa Ala got: me divê bêjîne Malikî em dê berdewam dijî hikûmeta te karkin û dê li dijî hemû tiştekî bin ku berjewendîa hikûmeta te tê de be. Dîsan diyarkir jî divê‌ çalakiyê‌ girupa wan dest bi ser 50 tirombêlên barhelgir da girtbûn û eger perlemantarên kurd û cihên bilind peywendî bi wan nekiribe dê‌ çalakiya xwe bidumahîk neînaban.


Navhatî ew jî diyarkir ku, dê careka din rêka di navbera Dihok-Mûsil de bigirin, eger çi nehatekirin dê ev rêke bo maweyê çend rojan bête girtin û dest bi ser tirombêlên barhelgir jî dê hête girtin.

Nûçeyên têkildar