Serokomarê Tirkiyê zagona înternetê pesend kir

Enqera-KDP.info/ Serokomarê Tirkiyê Ebdullah Gul, qanûna înternetê ku ji aliyê opozîsyona wî welatî ve wek “qanûna sansorê” tê binavkirin, pesend kir.
Qanûna ku hinek pîvanên nû ji pexşa ser tora înternetê li Tirkiyê destnîşan dike, beriya niha ji aliyê parlamentoya wî welatî ve hatibû pejirandin û ji Serokomar Abdullah Gul re hatibû şandin.
Abdullah Gul ragihand ku qanûna înternetê pesend kiriye lê di du bendên wê de hinek kêmasî hene ew jî rayedarên hikûmetê soz dane sibê (19.02.2014) sererast bikin.
Qanûna înternetê ya Tirkiyê ku ev demek dirêj bû li navendên siyasî, civakî û torên civakî de dihat gotûbêjkirin, ji aliyê opozîsyona Tirkiyê wek “qanûna sansorê” tê binavkirin.




