26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Wezîrê bergiriya opozîsyonê: Em DAÎŞ û radîkalan naxwazin

Çavkanî: KDP.info

Ajans-KDP.info/ Wezîrê bergriyê yê hikûmeta demkî ya opozîsyona Sûriyê Eseid Mistefa ragehand ku, ew DAÎŞ û radîkalan naxwazin.

 

Eseid Mistefa ku ev nêzîkî 3 mehane wek wezîrê bergriyê hatiye destnîşankirin, diyar kir ku ewê kar ji bo yekgirtina hêzên çekdarî yên opozîsyona Sûriyê bikin, lê got "Em DAÎŞ, Cebhet el-Nusra û çekdarên radîkal qebûl nakin."

 

Eseid Mistefa herwiha got ku ew dixwazin hemû hêzên opozîsyon di nav yek çarçoveyê de kom bikin ji bo hilweşandina rejîmê û avakirina dewleteke demokrat û piralî li Sûriyê.

 

Derbarê rewşa çekdarên opozîsyonê li ser erdê de, wezîrê bergiriyê got "Tevî ku îmkanên wê kêm in, lê Artêşa Azad ev çend mehin şerê rejîm, Hizbullah, Lîwaya Ebû el-Fedil el-Ebas (a iraqî) û DAÎŞ dike û ev hemû grûp çek û pereyan ji Rûsya, Îran û ji Iraqê jî werdigirin."

 

Nûçeyên têkildar