26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mistefa: Japoniya li ser alîkarîkirina penaberan Rojava berdewam dibe

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info/ Hikûmeta Japoniyayê li ser pêşkeşkirina alîkariyan bo penaberên surî yên li Îraq û herêma Kurdistanê dê berdewam be.

 Sefîrê Japoniyayê yê Îraqê Kazoya Naşîda bi fermî Felah Mistefa berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê agadar kiriye ku, hikûmeta Japoniyayê li ser pêşkekirina alîkariyan bo penaberên surî yên li Îraq û herêma Kurdistanê berdewam be.

Hikûmeta Japoniyayê biryar daye 11.6 milyon dolar ji bo alîkariya penaberên surî berdest bike  û ev alîkarî bi rêya heft rêxistinên navdewletî dê bên pêşkeş kirin.

 Herwesa hikûmeta Japoniyayê biryar daye 1.8 milyon dolar ji bo alîkarîkirina malbatên ji ber şerê wîlayeta Enbarê reviyane berdest bike û  bir êya UNHCR wan alîkariya pêşkeşî koçbarên Enbarê bike.

 Berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê ev pêngava hikûmeta Japoniyayê bi giring wesif kir û got ku, ev alîkariyên hikûmeta Japoniyayê pêşkeş dike dê xemên penaberan siviktir bike.

 

Nûçeyên têkildar