26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Îranê li Iraqa Federal kir

Çavkanî: KDP.info

Duh sêşema 18.02.2014 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi amadebûna Fazil Mîranî Sekreterê Mekteba Siyasiya Partiya Demokrata Kurdistanê û Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê pêşwaziya Hesen Danayîfer Balyozê Komara Îslamiya Îranê li Iraq û şanda li gel kir.


Li vê hevdîtinê de peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamiya Îranê guftûgo kirin û her dû alî li ser ewe hevrêbûn ku peywendiyên di navbera her dû aliyan li astekî baş daye û hêvî jî xwest ev peywendî pêşveçûnên zêdetir bi xwe ve bibîne.

Li beşekî dinê vê hevdîtinê de pêvajoya siyasî û rewşa asayîşa Iraqê û bandorên wê yên li ser Herêma Kurdistanê û welatên cîranê Iraqê kirin.

Nûçeyên têkildar