Nêçîrvan Barzanî îro diçe Bexdayê

Peyvdarê hikûmeta herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de eşkere kir ku, îro roja duşemiyê serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dê serdana Bexdayê bike û digel berprisên hikûmeta federalî li ser pirsên hilawîstiyên navbera Hewlêr û Bexdayê bicive.
Sefîn Dizeyî peyvdarê hikûmeta Kurdistanê di daxuyaniyekê de ji malpera fermiya hikûmeta herêma Kurdistanê re eşkere kir ku, sibê roja duşemiyê (17.02.2014) Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê bi serokatiya şandeyeke bala serdana Bexdayê bike.
Dizeyê got ku, serokwezîrê hikûmeta Kurdistanê li ser pirsên hilawîstiyên navbera Hewlêr û bexdayê, û bi taybetî li ser pirsa hinartina enfta Kurdistanê bo derve, pirsa budce û pêşmerge, digel şandeya hikûmeta federalî a bi seroaktiya Hisên Şehristanî cîgirê serokwezîrê Iraqê bo karûbarên enerjiyê bicive.




