Hukûmet dixebite Helebce bibe wîlayeteke serbixwe

Îmad Ehmed cihgirê serokê hukûmet a herêma Kurdisdtanê, di kombûnekê de digle komîteyeka bajarê Helebceyê got ku, ya ku ji destl hukûmet ê bihêt dê ji bo bajarê Helebceyê xizmetê bike.
Cihgirê serokê hukûmet a herêma Kurdistanê, duhî roja 21.07.2012ê pêşwazî li komîteyeka bajarê Helebceyê kir û di dîdarekêde daxwaz û dawakariyên xelkê bajêr û pirpjeyên xizmetgozarî û avadankirinê yên pêwîst ku, di asta qurbanî û wêrankariya deverê bin, bo devera Helebceyê hatin gotûbêj kirin.
Helebceyê taybetmendiya xwe heye. Di demeke nêzîk de hevrê digel heyeteka bala a hukûmet a herêma Kurdistanê serdana devera helebceyê dikîn. Daku ji nêzîk haydarî çewaniya birêveçûna pirosesa avadakiirn û pirojeyên xizmetgozariyên wê deverê bibîn.
Serokatiya hukûmet a herêma Kurdistanê budceyeke taybet bi Helebce û derdûra wê berdest kiriye.Tevî wan pirojeyên serdema kabîneya berê bi vê herêmê hatine kirin, dê îsal jî hijmareke din a pirojeyên xizmetgozarî di hemû waran de bên cîbicîkirin.
Ehmed got jî kul i gor bernameya hukûmet a herêma Kurdistanê, wezîrên hukûmet ê berdewam serdana hemû deveran dikin daku, ji nêzîk haydarî pêdawîstiyên hemû deverên herêma Kurdistanê bibin.
Li dor pêkanîna îdareyeke serbixwe li devera Helebceyê, Îmad Ehmed cihgirê serokê hukûmet a herêma Kurdistanê got ku, reşnivîsa qanûna pêkanîna îdareyeke serbixwe, ji bo pesindkirinê, ji bo parlamentoyê hatiye şandin.Wê reşnivîsa qanûnê de sînorên îdarî, desthilat û budce hatine diyar kirin.




