Karên Komisîyona bilind a hilbihartinê tê dirêj kirin

Hefteya tê karên encumena komisîyona bilinda serbixwe ya hilbijartinê bodawî tê û serokê evê komisîyonê ragihand, ku komîta pêkanîna encumena komisîyonan negihaye ti encamekî.
Ferec Heyderî serokê komisîyona bilind ragihand, ku hefteya tê karên encumena komisîyona bilinda serbixwe ya hilbijartinê bidawî tê, belê ev komîta han pêkhatîye ji bo komsîyoneka nû pêkbihê, lê heta niha negihaye ti encamekî.
Herweha got , min bixwe kombûnek digel serokê evê komîtê û serokê encumena nûnerên Iraqê kir, nîyaza wan heye ku ji 9 kesan bikin bi 15 kesî.
Ferec Heyderî weha jî got, ew tiştê ku ew dixwezin pêdivî bi hemwarkirinê qanûnekî heye û ew jî pêdivîye karên komisîyonê were dirêj kirin.




