Heta niha 9 hezar penaberên Sûrîya gihane herêma Kurdistanê

Birêveberîya koç û koçberan li bajêrê Duhokê Muhemmed Ebdullah ragihand, ku heta niha zêde tir ji 9 hezar penaberên Sûrîya gihane nav herêma Kurdistanê û weha jî da nîşandan ku em hemû alîkarîyên pêwîst ji wan re pêşkêş dikin.
Di evê derbarê de li gorî ajansa Aknews, Ebdullah ragihand, ku karkirin li parêzgeha Duhokê berdewame û niha me qunaxa yekê û duyê temam kirîye û çend rojên tên jî kar li ser qunaxa sêyem û çarem dikin.
Herweha got, heta niha 9 hezar penaberên Sûrî hatine nav axa herêma Kurdistanê û ew kampê ku ji wan re hatîye çêkirin ji hinek bajêrên herêma Kurdistanê mezintirin.
Herweha Birêveberîya koç û koçberan li bajêrê Duhokê Muhemmed Ebdullah ragihand, ku bi hevkarîya digel rêxistina Neteweya yekbûyî bi temamî amadekarî hatine kirin bo her egerekî çaverênekirî li barûdoxa Sûrîyê.




