Li Bakûr û Tirkiyê şer û pevçûn rûdan

Bakurê Kurdistanê-KDP.info/ duh 15`ê sibatê bû, di salvegera destgîrkirina serokê Partiya Karkerên Kurdistanê Abdulah Ocalan, gelê Kurd li Bakûrê Kurdistanê xwepêşandanên nerazîbûnê encam dan.
Bi helkefta panzdemîn salvegera girtina Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, li gellek bajar û deverên Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê xwepêşandan û meş hat lidarxistin. Li gellek deveran alozî derket, gellek kes hatin desteserkirin û li hinek deveran jî xelk û polîs birîndar bûn.
Bi helkefta 15 saliya girtina Ocalan, li bajarên Amed, Mêrdîn, Qoser, Şirnex, Silopî, Cizîre, Batman, Wan, Stenbol û Mêrsîn û gellek deverên din ên Bakûr û Tirkiyê xwepêşandan û meş ji aliyê BDP û HDPê ve hatin lidarxistin.
Li Amedê, Hevseroka BDPê Gultan Kişanak ji girseyê re li ser salvegera girtina Ocalan axivî, li Mêrsînê Hevserokê BDPê Selahedîn Demîrtaş û li Stenbolê jî Hevseroka HDPê Sebahet Tûncel ji xwepêşanderan re axivîn û hemûyan daxwaza azadiya Ocalan kirin.
Li gorî agahiyan, li bajarên Şirnex, Wan, Batman, Silopî û Cizîrê û hinek deverên din di navbera hêzên polîs û xwepêşanderan şer û pevçûn derket ku di encamê de hinek kes birîndar bûn. Hat gotin di nav birîndaran de polîs jî hene.
Her wiha hat gotin ku li Şirnexê nêzîkî 20 kes ji aliyê hêzên polîs ve hatine desteserkirin.




