Exzer Îbrahîmî daxwaza lêborînê ji gelê Sûriyê kir

Ajans-KDP.info/ Nûnerê Navdewletî û Erebî yê taybet li Sûriyê Exzer Îbrahîmî daxwaza lêborînê ji gelê Sûriyê dike li ser şikestina danûstandinên Cenêvê di navbera şanda opozîsyona Sûriyê û şanda rejîma Sûriyê de.
Îbrahîmî piştî bidawîhatia civîna duh, ku kintirîn civîn bû di danûstandina de, di konfransekî rojnamevanî de ragaihand ku şanda rejîma Sûriyê red kir ku xala pêk anîna hikûmeteke veguhez li Sûriyê gotûbêj bike.
Exzer Îbrahîmî da zanîn jî ku şanda rejîmê rijde li ser gotûbêjkirina pirsa nehiştina terorê berî hemû pirsên din û ev yek ji aliyê şanda opzoîsyonê ve nehat qebûl kirin.
Herwiha Îbrahîmî di konfransê rojnamevanî de daxwaz ji rejîmê kir ku nêrîneke erênî himber gotûbêj kirina pirsa pêk anîna hikûmeta veguhez bide xuyakirin da danûstandin pêşve biçin.
Nûnerê Navdewletî û Erebî yê taybet li Sûriyê aşkere kir ku dema destpêkirina civîna bê heya niha nediyare, lê wî daxwaz ji her du aliyan kir ku li xwe vegerin û gotûbêjan di nava şandên xwe de bikin bi taybetî li ser pirsa nehitşina terorê û hikûmeta veguhez.




