Kanadayê ofîsa xwe ya bazirganiyê li Hewlêrê vekir

Hewlêr-KDP.info/ Bi amadebûna Sînan Çelebî wezîrê bazirganî û pîşesaziyê, Felah Mistefa berprisê peywendiyên derve, Lîn Yalîç wezîra dewletê bo karûbarên deve ya Kanadayê, Newzad Hadî waliyê Hewlêrê, sefîrê Kanadayê yê Îraqê, sefîrê Îraqê yê Kanadayê û hijmarke bepirsên hikûmeta Kurdistan û Kanadayî û hijmarek karsazên her du aliyan, roja îniyê ofîsa bazirganiyê a Kanadayê li bajarê Hewlêrê bi fermî hat vekirin.
Di destpêka merasima vekirina ofsa bazirganiyê a Kandayê de, Brono Sakomanî sefîrê Kandayê yê Îraqê peyvek pêşkeş kir û wî di peyva xwe de behsa dîroka têkeliyên navbera Kanada û Îraq û Kurdistanê kir û got:
- Têkeliyên Îraq û Kanadayê sala 1961ê dest pê kirin. Sala 1973ê Îraqê yekemîn sefaretxaneya xwe li Kanadayê û Kanadayê jî sala 1975ê yekemîn sefaretxaneya xwe li Îraqê vekir. Ev têkelî heta sala 1991ê, berdewam kirin, lê piştî Sedam Hisên welatê Kwêtê dagîr kiriî, Knadayê têkeliyên xwe bi Îraqê re qut kirin. Di nava van salan de Knadayê li Îraqê roleke mezin lîst bi taybetê di warê wergirtina xwendekarên îraqî de.Piştî çend salên jihevdabirînê, Kanadayê sala 2013ê careke din têkeliyên xwe digel Îraqê dest pê kirin. Nuha jî têkeliyên Kandayê digel herêma Kurdistanê berfireh dibin û hijmareke karsazên kanadayî ku, di warên cuda de kar dikin îro li herêma Kurdistanê ne.
Her di vê merasimê de, wezîra dewletê bo karûbarên derve ya Kandayê gotareke pêşkeş kir û wê di axaftina xwe de vekirina ofîsa bazirganiyê a Kanadayê li Hewlêrê, ji boba pêşxistina têkeliyên her dua liyan, bi gavek giring wesif kir û got ku ji ber ku herêma Kurdistanê herêmeke aram û biîstîqarere derfetên karî gelek lê hene:
- Pêwîste hemû alî bi hevre ji bona pêşxistina peywendiyên herêma Kurdistan û Kanadayê, bi taybetî têkeliyên di warê sektora neft û gazê de, kar bikin.
Felah Mistefa berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê jî, di merasimê de gotarek pêşkeş kir û got:
- Em, vekirina ofîsa bazirganiyê a Kanadayê li Hewlêr, pîroz dikin. Kanadayê biryareke dirust di demek dirust de wergirt. Di wê dema berê ku, Kanadayê têkkelî digel Îraqê hebûn, hîngê herêma Kurdistanê nedikarî sud ji wan têkeliyan bibîne û sud bi Kanadyê bigihîne. Ji ber ku hêngê gelê kurd di nav karesatan de dijya û ji biçûktirîn mafên xwe bê par bû.
Mistefa got ku, Kanada yek ji wan welata ye di îdarekirina sîstema federaliyê de serkeftî ye û heêma Kurdistanê dikare sud ji tecrûbeya federaliya Kanadayê werbigire û gelek tiştan jê hîn bibe.




