26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî digel Polîtburoya YNKê civiya

Çavkanî: KDP.info

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, duh (15.02.2014) li devera Pîrmam a Hewlêrê bi şandeke YNKê re civiya.

 Di civîna Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û şanda YNKê de pêkanîna hikûmetê, rewşa YNKê û pirsgirêkên Iraqê hatine gotûbêjkirin.

 Şanda YNKê ji Kosret Resûl, Hêro Îbrahîm, Mela Bextiyar, Îmad Ehmed, Hakim Qadir û Ednan Muftî pêk hatibû.

 Di civînê de behsa pêkanîna hikûmetê hat kirin ku divê di hefteya bê de wezaretên serekî yên hikûmetê bên parvekirin.

 Herwiha di civîna Barzanî de li ser rewşa nav YNKê jî hat axaftin û têkez hat kirin ku divê di demek kurt ew arîşe bên çareserkirin

Nûçeyên têkildar