Fazil Mîranî pêşwazîya konsulê Brîtanîyayê kir
Îro li Selahedînê Sekreterê Polîtburoya partiya demokrata Kurdistanê Fazil Mîranî bi amadebûna berpirsê peyvendiyên derve yên partiya demokrata Kurdistanê Hêmin Hewramî bi Konsulê nû yê Brîtaniyayê yê li Hewlêrê re kombûnek saz kir.
Di hevdîtineke de Mîranî bixêr hatina Konsulê nû yê Brîtanîya Hîyo Îvîs kir û hêviya serkeftinê jê re xwest û rola Konsulê berê yê Brîtanîya yê li Hewlêrê jî bi girîng wesif kir.
Mîranî di berdewamiya axaftinên xwe de rola Brîtanîya bo parastina Kurdistanê di salên 1990an de bi roleke girîng wesif kir û ragihand ku, di dema rizgar kirina Îraqê de jî Berîtaniya roleke gelek girîng lîstiye.
Çavkanî di berdewamiya axaftinên xwe de behsa rewşa siyasî ya Kurdistanê bi taybetî û ya Îraqê bi giştî kir û balkêşande ser qirîza heyî ya di nava prosesa siyasiya Îraqê de.
Di dawiya hevdîtina han de Konsulê Brîtanîya jî kêfxweşiya xwe ya li hember erkdar kirina xwe ya li Kurdistanê de diyar kir û soza vê yekê jî da ku, bo bihêztir kirina peyvendiyên heyî yên di navbera Kurdistan û Brîtanîya de çî jî were bike.




