26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Li Herêma Kurdistanê sermayeya veberhênanê 100% zêde bûye

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info/ Sala 2013ê li her sê parêzgehên Herêma Kurdistanê sermayeya veberhênanê nêzîka 13 milyar dolar bû û bi vêna jî li gor sala 2012ê ji sedî 100 zêde bûye.

 

Li gor raporta salane ya Desteya Veberhênanê ya Kurdistanê, di sala 2013ê de li Herêma Kurdistanê, sermayeya veberhênanê li her sê parêzgehên Hewlêr, Silêmanî û Duhokê, ji 129 projeyan 12 milyar û 419 milyar dolar bûye.

 

Lê li gor raporta sala 2012 ya Desteya Veberhênanê ya Kurdistanê, sermayeya veberhênanê tenê 5 milyar û 985 milyar dolar bû, li gor vêna jî, sala borî sermayeya veberhênanê ji sedî 100 zêde bûye.

 

Di raporta desteya navbirî de wiha tê gotin: "Piraniya projeyên veberhênanê li parêzgeha Hewlêrê hatine cîbicîh kirin, ku di 2013ê de 53 projeyan mohlet wergirtiye û sermaya wan 5 milyar û 681milyon dolar e û dike ji sedî 45ê sermayeya Herêma Kurdistanê. Li Silêmaniyê jî 38 projeyan mohlet wergirtiye û dahata wê jî 5 milyar dolar û ji sedî 40’ê sermayeya Kurdistanê ye, li Duhokê jî 38 proje hebûn bi sermayeya 1 milyar û 685 milyar dolar."

 

Hevdem 7 projeyên veberhênana biyanî hebûn bi sermaya 2 milyar û 44 milyon dolar ku dike ji sedî 19’ê qebareya veberhênanê li Herêma Kurdistanê. Li gor van daneyan jî sala borî ji sedî 100 veberhênan zêde bûye.

Nûçeyên têkildar