Wezareta mafên mirovan: 1081 jin di zîndanên Iraqê de ne

Ajans-KDP.info/ Wezareta mafên mirovan a Iraqê, raporta rêxistina (Human Rights Watch) a li barê hejmara ew jinên di girtîgehên Iraqê de girtîne aşkira dike û dibêje ku 1081 jin di zîndanên Iraqê de ne neku 4200 jin.
Berdevkê wezareta mafê mirovan a Iraqê Kamil Emîn ragihand: Hejmara jinên girtî di girtîgehan de hezar û 81 jinin neku 4 hezar û 200 jinin wekî ku di raporta (HRW) de hatiye. Her weha Kamil Emîn da zanîn ku ew jinên girtî ji hemû pêkhateyên Iraqê ne neku pêkhateyekî diyar.
Kamil Emîn aşkira kir ku hejmara ew jinên bi tometa terorê hatine girtin ji 182 jinan derbas nabe û ewên dinê jî bi tometên cuda cudane weku dizî û gendeliya îdarî û binpêkirinane.
Rêxistina Human Rights Watch (HRW) di raporta xwe ya dawiyê de diyar kiriye ku desthilatdarên Iraqê 4 hezar û 200 jinên bê tawan di zîndanê de girtî ne û piraniya wan jinan rastî eşkencê û reftarên xirap heya bi destdirêjiyê tên û piraniya wan jî ji pêkhateyên Sune ne.




