26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Piştî gotara Serok Barzanî…Parlamentoya Ewropayê her du daxwazên serok Barzanî gotûbêj kirin

Çavkanî: KDP.info

Bruksil-KDP.info/ Berî du heftiyan Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê  li parlamentoya Ewropayê, li Bruksilê, li ser vexwandina fermî a parlamentoya Ewropayê, gotarek pêşkeş kir û serok Barzanî di gotara xwe de daxwaz ji parlamentoya Ewrpayê kir ku, bi fermî tawan û karesatên bi serê gelê Kurdistanê de hatine bijênosîda nas bikin, û daxwaza duyem jî, ew bû ku, Yekêtiya Ewropayê nûneratiya xwe li herêma Kurdistanê veke.

 

Parlamnetoya Ewropayê, di çaçroveya pirsên Rojhilata Navîn de ew her du daxwazên serok Barzanî  jî di civîna xwe de gotûbêj kirin.
 
Di vê çaçroveyê de parlamenter Strawin Stafanson di axaftina xwe de behsa daxazên serok  Barzanî kir û rola Barzanî di parastina herêmî de bilind nirxand û got ku, berê gelek tawan û karesat bi serê  gelê kurd da hetina û ew tawan divê weke jênosîda bên nas kirin.  Tevî wan tawananên bi serê gelê Kurdistanê hatine, nuha herêma Kurdistanê bi sed hezaran penaberên surî û masîhîyên ji deberên din yên Îraqê ji tirsa terorîstan reviyane, hewandine.

 

Parlamenterê parlamentoya Ewropayê daxwaz ji Katirîn Aşton berpisa bala siyaseta derve ya Yekêtiya Ewropayê kir, weke piştevaniyek bo wê rola herêma Kurdistanî lîstî, Yekêtiya Ewropa nûneratiya xwe li herêma Kurdistanê veke.

Nûçeyên têkildar