Misir û Kurdistanê peymaneke lihevtêgihiştinê îmza dikin

Hewlêr-KDP.info/ Wezîrê rewşenbîrî yê hikûmeta herêma Kurdistanê Kawa Mehûd û wezîrê rewşenbîrî yê hikûmeta Misirê Miheme Sabîr, li bajarê Hewlêrê peymaneke lihevtêgihiştinê îmza kir.
Di merasima îmzakirina peymana hekariya di warê kulturî û rewşenbîrî de, wezîrê rewşenbîriya Misirê got ku, têkeliyên navbera her du gelên misirî û kurd têkeliyên dêrîn û dîrokî ne û divê ew têkelî hêjê bên xurt û berfirehkirin.
Li gor vê pirotokolê her du alî dikarin diwarl kulturî û rewşenbîrî de hevkariya hev du bikin, sazkirina hefteya kulturî a misirî li Hewlêrê, beşdarîkirina hunermend û grûpên huneriyên misirî di festîfal û şahiyên Newrozê de, beşdarîkirina herêma Kurdistanê di festîvalên hinerîyên welatê Misirê de.
Bi vê minasibetê Silêman Osman konsul Misirê yê herêma Kurdistanê got ku, têkeliyên nevbera Misir û herêma Kurdistanê têkeliyên beriya bi hezaran salan e, û di vê qonaxêd e de jî her du alî dikarin gelek çalakiyan, bi taybetî şalakiyên di warê rewşenbîrî û hinerî de bi hev re encam bidin.




