Emerîka piştgiriya hinardekirina petrola Kurdistanê dike

Ajans-KDP.info/ Berpirsê Sektora Enerjiyê yê îdareya Emerîkayê Ernes Moniz ragehand ku Emerîka piştgiriya hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê dike û bi baweriya wî peywendiyeke bihêz a aborî di navbera Emerîka û Tirkiyê de heye.
Derbarê hinardekirina petrola Kurdistanê de Ernest Monis ji malpera News.Az re axifî û got: "Emerîka dixwaze petrola Iraqê bigihe bazarên cîhanê vêca ew petrol ji başûr ve yan jî bakur, ji bo Emerîkayê tu ferq û cudahiyek nîne."
Moniz da zanîn ku peywendiyeke bihêz a aborî di navbera Emerîka û Tirkiyê de heye û wiha axifî: "Ev peywendiya han jî herwiha bihêz dimîne, evna jî nîşaneyeke ku hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ji aliyê welatekî din ve pêşwazî û piştîvanî lê tê kirin, ji ber peywendiyeke bihêz a aborî ya Herêma Kurdistanê ligel Tirkiyê heye û niha her du alî hewl didin ku petrola Kurdistanê bigihe bazarên cîhanê û rêjeyeke zêde ya petrola Herêma Kurdistanê jî li Bendera Cîhan hatiye embarkirin."
Derheqa hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê de Ernest Moniz nerînên xwe wiha tîne ziman: "Helwêsta me wek Emerîkayê ew e ku eger destûr rê bide wê hinardekirina petrolê tiştekî baş e û tu şaşiyek têde nîne, divê hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê li gor destûrê bigihin rêkeftinekê." Basnews




