26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Li Hewlêrê kartên dîcîtalîyên dengdanê hatin belavkirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info/ Li Hewlêrê komisiyona serbixwe ya hilbijartinên Iraqê dest bi dabeşkirina kartên elektironî yên ji bo dengdanê kir.

 Duh 4/2/2014 li Hewlêrê bi serpirestîya komîsyona serbixwea hilbijartinan a Iraqê dest bi proseya dabeşkirina kartên dîcîtalîyên ji bo dengdanê hate kirin.

 Hindrên Muhemed serokê ofîsa Hewlêr a komisiyona hilbijartinan ragihand, ku proseya dabeşkirina kartan îro sêşembe demjimêr 8 serê sibê dest pê bûye û ji ber ku pêşwazîya hevwelatîyan siste, dê prose heta dawîya heyvê berdewam be.

 Her di evê derbarê de komîsyona serbixwe ya hilbijartinan daxwaz ji xelkê kir daku bo wergirtina wan kartan serdana navendên destnîşan kirî bikin.

 

Komîsyon herwiha daxwaz ji Mamosteyên olî kir hana xelkê bidin daku biçin kartên xwe werbigirin.

 

Li gor zanyarîyên komisiyonê, 200 navend bo dabeşkirina karta n hatine amadekirin.

Nûçeyên têkildar